Ürün Sepetinize Başarıyla Eklendi
Ne Ba Min Siwar Dike, Ne Ax Min Peya Dike Avesta Yayınları | KitapGeze Ne Ba Min Siwar Dike, Ne Ax Min Peya Dike Avesta Yayınları | KitapGeze

Ne Ba Min Siwar Dike, Ne Ax Min Peya Dike

Yazar: Mueyed Teyib
Yayınevi / Marka: Avesta Yayınları
ISBN
9786055279691
Boyut
13.50x21.50
Sayfa Sayısı
254
Basım Yeri
İstanbul
Baskı
2
Basım Tarihi
2014-05
Kapak Türü
Ciltli
Kağıt Türü
2. Hamur
Dili
Kürtçe
Tedarik Süresi: Temin süresi 2-9 gündür.
%27 İNDİRİM
42,00
30,66
Stokta yok
9786055279691
638887
Ne Ba Min Siwar Dike, Ne Ax Min Peya Dike
Ne Ba Min Siwar Dike, Ne Ax Min Peya Dike
30.66

Hemû berhemên şi'rî yên Mueyed Teyib, bi nave “Ne ba min siwar dike / Ne ax min peya dike” di nav weşanên Avesta de çap bûn. Mueyed Teyib yek ji pêşengên şi'ra kurmancî / behdînî ye. Selîm Temo berhem tev de ji alfabeya erebî kirine latînî.
Çapa taybet a kitêbê jî tê amadekirin.

Mueyed Teyib, di sala 1957an de, li Dihokê jidayîk bû. Ji dibistana seretayî heya lîseyê li Dihokê xwend. Di sala 1978an de, dest bi Fakulteya Hiqûqê ya Zankoya Bexdayê kir. Di Radyoya Kurdî û heftenameya Hawkarî de xebitî. Di wan salan de weke helbestvan hate naskirin, lê di sala 1979an de, helbestên wî hatine qedexekirin. Digel vê yekê, helbestên wî di nav gel de belav dibûn, gelek kesan ew ji ber dikirin û hin ji wan helbestan jî bûne stran. Di sala 1982yan de, ji ber gefên rejîmê dev ji xwendina xwe berda û beşdarê şoreşê bû û bû pêşmerge. Li çiyayên Kurdistanê jî helbest nivîsî û bi riya Radyoya Şoreşê ew belav kirin. Di pey re weke penaber li Swêdê bi cî bû (1983). Teyib, li wir jî karê wêjeyê domand û di kovara Berbangê de xebitî û demek şûn de bû sernivîserê kovarê. Mueyed Teyib, di sala 1996an de vegeriya Kurdistanê û bû yek ji damezrênerê Kurdistan TVyê. Di sala 2002an de Weşanxaneya Spîrêzê ava kir. Ev weşanxane ku weke kelha Kurmanciyê li Başûr, heya niha ji çar sedî zêdetir pirtûk weşandine. Di sala 2007an de bû endamê Akademiya Kurdî li Hewlêrê. Di hilbijartina 2010an de weke parlamenter hate hilbijartin ku niha li Parlamentoya Iraqê, berdevkê Hevpeymaniya Kurdistanê ye. Di sala 2011an de, di kiryariyeke terorîstî de bi giranî birîndar bû. Teyib, çar zarokên xwe hene. Mueyed Teyib, yek ji pêşengên helbesta kurmancî ya Başûr tê hejmartin. Di nav nifşa ku di salên 70yî de kurmanciya behdînî dewlemend kirine de, navekî xuyane ye. Teyib, demeke dirêj di warê wêjeya zarokan de jî xebat kiriye û mehnameya zarokan a bi navê Kepir weşandiye. Çend pirtûkên bo zarokan ji erebî û swêdî wergerandiye ser kurdî. Helbestên wî di pirtûkên dibistanan de jî têne belavkirin. Helbestên wî bo zimanên weke erebî, farisî, fransî, ingilîzî, swêdî û tirkî hatine wergerandin. Çendîn wekolînên akademîk jî li ser helbestên wî hatine amade kirin.
Berhemên wî:
- Stran û berf û agir (Helbest: 1992, Dihok; 2004, Hewlêr; 2009, Şam)
- Piling dema birsî dibin… Mirov dema têr dibin (Helbest: 2012, Dihok)
- Keskusor (Werger: 2002, Dihok; çîrokên zarokan ji swêdî bo kurdî)
- Aştî û Viyan (Helbest bo zarokan: 2007, Dihok)
- Me nevêt tund û tûjî (Helbest bo zarokan: 2009, Dihok)
- Parzînkê şi‘r û çîrokan (Berhevok bo zarokan: 2010, Dihok)

Ne ba min siwar diket
Ne ax min peya diket

Ez takebelgê zer û pêtî me
Vê payîza dereng
Bi gulpên vê darê ve mayim
Ne ba
Min siwar diket
Ne ax
Min peya diket
Rojên kurt û tarî
Şevên reş û bêdawî
Wek koremarekî
Di gerdena min aliyayî ne û
Ez mirim bo
Fireka bay û
Çengekê hetavê

  • Açıklama
    • Hemû berhemên şi'rî yên Mueyed Teyib, bi nave “Ne ba min siwar dike / Ne ax min peya dike” di nav weşanên Avesta de çap bûn. Mueyed Teyib yek ji pêşengên şi'ra kurmancî / behdînî ye. Selîm Temo berhem tev de ji alfabeya erebî kirine latînî.

  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Mueyed Teyib
Mueyed Teyib kitapları ve Mueyed Teyib eserleri en uygun fiyat seçeneği ile kitapgezegeni.com adresinde, hemen satın almak için tıklayın.
Kapat